Nîsan 17, 2024 20:58 Asia/Tehran
  • Kevnehunera japonî yarmetî da dîzayna madeyên nanoyî yên pêşketî

Lêkoleran hunereke kevn a japoniyan ji bo dîzaynkirina cûreyeke Hydrogel'ê bi taybetmendiyên balkêş bi kar anîn. Wan bi vê şêwazê pêkhateyên durehendî bi qabiliyeta hilmijîna avê û werimînê di haleta sêrehendî da çê kirin.

Li gorî nûçeya IRNA'yê, Lêkolerên Zanîngeha Teknolojî û Çandiniyê ya Tokyoyê (TUAT) li Japonê bijardeyên nû ji bo çêkirina madeyên nerm û guherbar bi navê Hîdrojel (Hydrogel) raber kirin. Wan bi bikaranîna teknolojiyeke nûdiyarbûyî bi navê "Hydrogel Kirigami", pêkhateyek bi qabiliyeta werimînê çê kirin.

'Kirigami' kevnehunera japonî û cûreyeke Orîgamiyê (Origami) ye; di vê hunerê da kesê hunermend bi birrîna kaxezê berhema xwe çê dike. 'Kiri' bi wateya 'Birrîn' û 'Gami' yanî 'Kaxez' e. 'Kirigami' bi giştî bi awayê dualî hevber in.

Hîdrojel xwedî şebekeyeke molekûlên hilmijê avê (avdost) ne ku ev taybetmendî rê dide wan ku dema tûşî avê bibin, bi awayekî berbiçav biwerimin. Av dikeve nav şebekeya wan a molekûlî. Du lêkoleran bi navê Daysok Nakagava û Îto Hanasakî xebata xwe bi fîlimeke hişk a ji nano-rîşala selolezî dest pê kirin ku madeya xwezayî ya gellek giyayan e. Wan leyzer ji bo birrîna wan bi kar anîn û piştra av li wan zêde kirin da ku biwerimin. Dîzayna taybet a van mînakên Kirigami'yê dibe sebeb, ew dema ku tûşî avê dibin, şeklê xwe biguherînin; bi awayekî ku dema kişandina wan di aliyê dirêjahiyê da ku jê ra taybetmendiya Auxetics jî tê gotin, panatiya wan jî zêde dibe. Ev taybetmendî dibe sebeb ku stûriya vê pêkhateyê bi cihgirbûna li ber avê, zêde bibe.

Îto Hanasakî di vî warî da got: Ev teknolojî dikare ji bo çêkirina parçeyên robotîk ên nerm were bikaranîn ku dihêle da ku dîzayner pêkhateyeke guherbar çê bikin ku bikare li nav parçeyên din bi rehetî cih bigire.

Serepeyv