Nîsan 23, 2024 17:43 Asia/Tehran
  • Pişika mînyatorî hat çêkirin

Lêkoleran tevnikeke mînyatorî ji Cerga Sipî anku Pişikê çê kirin ku dikare ji bo nirxandina bandorên dermanî li ser vî organê bedenê were bikaranîn. Wan ji bo ceribandina xebata vê tevnikê bandora Oksîda Grafênê û nano-boriya Kerbonî ya pirr-dîwarik li ser tevnika pişikê vekolandin. Encaman nîşan da ku nanoborîyan karîgeriyeke dualî ya cidîtir digel tevnika pişikê hene.

Li gorî nûçeya IRNA'yê, Pişika mînyatorî ku ji aliyê zanyarên Zanîngeha Manchesterê ya Inglîzê va hatiye çêkirin, dikare di dema tûşbûna digel nano-madeyên taybet, tevgereke weke pişika rastîn ji xwe nîşan bide. Bi vê destkeftê hewcetiya bo bikaranîna heywanan di ceribandinên klînîkî digihêje asta herî kêm.

Dr. Sandra Veronique cell-biyolojîst û nanolojîkolîst ku serperestiya vê tîma lêkolînî girtiye ustiyê xwe, got: Modelên heywanî li labratuwaran bi tamî nayên wêdadayîn, lê ev pişika çêkirî ya mînyatorî dikare asta sûdwergirtina ji heywanan gellekî kêm bike.

 

Serepeyv