Nîsan 30, 2024 23:49 Asia/Tehran
  • Rêyeke nû ji bo lêkolîn û alîkariya bo pêşîgirtina li hezaza erdê

Komeke lêkoleran li Enstîtûya Teknolojiyê ya Rochestera New Yorkê bi rêya pêkvekirina daneyên dîmenên asimanî û bilindahiya cihên hezaza erdê bi hînbûna maşînî, diqeteke jorayî sedî 80 ji bo naskirina hereketên hezazê li navçeyên cûrbicûr ên cîhanê bi dest xistin.

Li gorî rapora IRNA'yê, Kemal Re'na xwendekarê doktorayê ji Enstîtûya Teknolojiyê ya Rochestera New Yorkê û Neşant Malik Mamosteyê Zankoya Brîkarî û Estatîstîkê yê vê enstîtûyê nivîskarên sereke yên nivîsarekê ne ku vê dawiyê di vî warî da li Kovara "Têkiliyên Xwezayê" hatiye weşandin.

Modelêîn pêşbînîkirinê yên niha li gorî binkeyên daneyan in ku pirranî pêkhatî ji hin zanyariyan derbarê cûreya şikestinê ya hezazên nexşekirî nînin. Van lêkoleran bi bikaranîna dîmena asimanî û daneyên bilindahiyê (evelation) yên têkildarî cihên hezazê û pêkvekirina wan digel hînbûna maşînî, karîn bi diqeteke sedî 80 heta 94, herektên hezazê li navçeyên cûrbicûr ên cîhanê bi dest bixin. Ev lêkolîn bi awayekî taybet şêwazeke diyarkirî ji bo nirxandina hezazê, herrikîn û qelaşan dide nasandin.

Li gorî rapora IRNA'yê, bintarên çiyayan, cûlge û her cihekî berjêr ku axa wan ji hêla erdnasiyê va potensiyela xwe ya hezazê hebe, zêdetir li ber xetera vê diyardeyê ne. Li Îranê ji hêla cûreya axê va parêzgehên Mazenderan, Gîlan, Loristan, Gulistan û Xûzistanê zêdetir ji parêzgehên din li ber xetera hezazê ne.

Serepeyv