Tîrmeh 03, 2025 17:45 Asia/Tehran
  • Rûsiyê Sekreterê Giştî yê NY bi derbasbûna ji desthilata xwe tawanbar dike

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsiyê bertek nîşanî  gotinên Sekreterê Giştî yê NY derbarê  pêwîstiya sînordarkirina desthilata vetoyê  da û got: Karanebûna  Konseya Ewlehiyê  ji ber siyaseta welatên Rojavayî ye ku naxwazin bigihîjin rêketinekê.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsiyê Mariyaa Zaxarovayê got ku Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres bi pêşniyara sînordarkirina mafê vetoyê ji desthilata xwe derbas bûye.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsiyê  her wiha bal kişand  ser mijara reformên  li Konseya Ewlehiyê  li  desthilata  nivîsgeha  NY nine  û divê endamên vê saziyê biryarê li ser bidin.  Û got: Aliyê Rûsyayê  di vê bawerriyê de ye ku  qanûn bi xwe  nabe bê rexnekirin, belku siyaseta welatên Rojavayî ye ku naxwazin li dû lihevkirinê bin. 
 Ev Dîplomata Rûsî got ku Rûsiye desthilata vetoyê wekî mekanîzmekê taybet dibîne ku nahêle endamên Rojavayî yên Konseya Ewlehiyê ya NY bi korî biryarên ku ji bo wan sûdmend in, bi baweriya serdestiya xwe ya hejmarî ya  bi şert û merc bigirin.

Serepeyv