Taximeke rayedarên payebilind ên Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) bi Serokatiya ‘Îsmaîl Henîye’ piştî bi salan çû Erebistanê.
Rejîma Siyonîst dil heye 10 planên mezin ên bajarokçêkirinê pêkhatî ji çêkirina bi sedan malan û çêkirina rêyan ji bo hin bajarokên siyonîstnişîn li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê û Qudsa dagirbûyî li erdên filistîniyan bi cih bîne.
HAMAS û Cîhada Îslamî ragihandin ku cinayetên sîyonîstan dê nekaribin pêşîya domandina rêya azadîyê bigirin.
Bi dehan hezar filistînî ji taxên Qudsê û Rexê Rojavayê Çemê Urdinê û erdên dagirbûyî di yekemîn şeva meha pîroz a Remezanê da çûn nav Mizgefta Eqsayê û dua û nimêj kirin.
Koma filistînî ya berxwedêr a ‘Erîn El-Esed’ê Rejîma Siyonîst hişyar kir ku ew ê êdî ewlehiyê nebîne.
Koma berxwedêr a “Erîn El-Eswed”ê Rejîma Siyonîst hişyar kir û ragihand, Rêya Şehîdan didome.
Filistîniyan li cihê şehîdbûna sê têkoşerên filistînî ku li Nablusê şehîd bûbûn, gul danîn.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) derbarê cinayetên berfireh ên bajaroknişînên dagirkir li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê bi taybet li Nablusê di saya piştgiriya kabîneya Rejîma Siyonîst bi tundî hişyarî da.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) bi derxistina daxuyaniyekê sipasîya Yekîtîya Afrîqayê ji ber helwêsta wê ya dijî Rejîma Siyonîst û piştevanîya ji Filistînê kir.
Serokê Rejîma Siyonîst tevî diyarkirina dubare ya nîgeranîya xwe derbarê hilweşiyana vê rejîmê, got ku nakokîyên navxweyî girantir û derdnaktir bûne û qeyranên heyî, vê demê ew rastî ezmûneke çarenûssaz anîne.