Adar 12, 2023 17:11 Asia/Tehran
  • Koma berxwedêr a “Erîn El-Eswed”ê: Rêya şehîdan didome

Koma berxwedêr a “Erîn El-Eswed”ê Rejîma Siyonîst hişyar kir û ragihand, Rêya Şehîdan didome.

Koma berxwedêr a “Erîn El-Eswed”ê bi daxuyaniyekê qala şehîdbûna sê têkoşerên xwe bi navê “Udey Şamî”, “Cîhad Şamî” û “Muhemed Debîk” kir.

Vê koma berxwedêr tevî hişyarkirina Rejîma Siyonîst, tekez kir: Dagirker di hesabên xwe da tam şaşitî dikin û terorkirina têkoşerên berxwedêr wê ti wextî Berxwedanê ranewestîne û têkoşînên gelê Filistînê gurrtir bike.

Ji aliyê din va, komên filistînî yên cûr bi cûr ji wan Tevgera Hamas’ê, “Cîhada Îslamî”, “Bereya Demokratîk ji bo Rizgarkirina Filistînê” “Tevgera Mucahidên Filistînê” û “Komîteyên Berxwedana Filistînê” bi dayîna daxuyaniyên cuda, tevî  pîrozkirin û sersaxiyê ji ber şehîdbûna sê têkoşerên filistînî li Nablusê, tekezî li ser domandina rêya şehîdan heta derxistina dagirkeran li welatê Filistînê kirin.

Vê sibê leşkerên siyonîst bi danîna xefikê li navçeya Cîtê ya rojavayê Nablusê operasyoneke terorê bi cih anîn.

Di vê operasyonê da sê xortên filistînî ji ber gulleavêtina leşkerên siyonîst şehîd bûn û xortekî din ê filistînî jî hat girtin.

Serepeyv