Mijdar 24, 2024 18:46 Asia/Tehran
  • Berdewambûna êrişên Rejîma Sîyonîst ser Xezzeyê

Jînosayda ku Rejîma Sîyonîst ji 7`ê Cotmeha sala 2023`yê va li Zîvala Xezzeyê dijî gelê bêberevan ê vê herêmê dest pê kirîye, derbasî roja 415`an bû.

Cinayetên hovane yên Rejîma Sîyonîst li himber sivîlên fiilstînî ji wan jin û zarokan li Zîvala Xezzeyê didomin. Bombebarankirina malên filistînîyan her roj didome. Leşkerên dagirker dîsan êrişî Nexweşxana Kemal Edwan li Beyt Lahîya li bakura Zîvala Xezzeyê kirin ku di encamê da Hisam Ebû Sefîye, serokê vê nexweşxaneyê ku tevî gef  û êrişên rejîma Israyîlê dijî valakirina wê derketibû, birîndar bû û depoya ardûyê ya sereke ya vê nexweşxanê jî tûşî xisareke giran bû.

Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê jî ragihand ku di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ên di 24 saetên buhurî da 35 filistînî şehîd û 94 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxûyanîya vê wezaretxaneyê, hejmara şehîdên êrişên ser Zîvala Xezzeyê ji 7`ê Cotmeha sala 2023`yê va rabû 104 hezar û 567 kesî.  

Serepeyv