Adar 23, 2023 17:17 Asia/Tehran
  • Rewşa Mizgefta Eqsayê di şeva yekem a meha pîroz a Remezanê da

Bi dehan hezar filistînî ji taxên Qudsê û Rexê Rojavayê Çemê Urdinê û erdên dagirbûyî di yekemîn şeva meha pîroz a Remezanê da çûn nav Mizgefta Eqsayê û dua û nimêj kirin.

Piştî destpêbûna meha pîroz a Remezanê, gelek daxwaza ji bo hebûna berfireh a filistîniyan li Mizgefta Eqsayê û pêkanîna rêûrismên dua û îbadetkirinê bi armanca têkşikandina planên rejîma dagirker û bajaroknişînan li vê mizgeftê hatine hilêxistin.

Tevgera Hamas’ê ji filistîniyan xwestiye ku di meha Remezanê da bi hatina berfireh bo Mizgefta Eqsayê, bersiva banga piştevaniya ji Qudsê û Mizgefta Eqsayê bidin û vî mekanê pîroz li hemberî planên cihûkirin û parçekirinê biparêzin.

Hamas’ê ji tevahiya gelê Filistînê li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê, Quds û erdên dagirbûyî xwestiye ku bikevin seferberiyê û ji bo sekinîna li hemberî cinayetên rejîma dagirker û terorîsma bajaroknişînan di amadetiya tam da bin.

Hamas’ê bi gotina vêya ku dijmin tenê zimanê zor û liberxwedanê tê digihêje, tekez kir: “Berxwedana hemû-alî rêya herî baş ji bo piştevaniya ji gelê Filistînê û berevaniya ji Quds û Mizgefta Eqsayê ye.”

Hamas’ê her wiha ji gel,dewlet û saziyên fermî û gelanî yên Cîhana Îslamê xwestiye ku gişt bername, rêûrism û çalakiyên xwe ji bo hevgirtin û piştevaniya ji gelê Filistînê organîze bikin û di piştevaniya ji Quds û Mizgefta Eqsayê da yekparçe û hevdeng bibin da ku xwesteka filistîniyan a bidestxistina azadî û mafê vegeriyanê serê xwe bigire.

 

 

Serepeyv