Biryara desteserkirina Netanyahu û Galant ne biryareke sîyasî ye
Berpirsê Sîyaseta Derve ya YE got: Biryara Dadgeha Navdewletî ya Cezayê ya dijî Serokwezîr û Wezîrê Cengê yê wêdadayî yê Rejîma Sîyonîst ne biryareke sîyasî ye.
Cozêf Borêl, Berpirsê Sîyaseta Derve ya YE got: Kabîna Netanyahu pêşnîyara agirbesê tevî razîbûna hemî alîyan ser wê, ret kir û sepandina birsîbûnê ser niştecihên Xezzeyê da binpêkirina qanûnên navdewletî ye.
Wî herwiha got: Ez ji ber tişta ku li Xezze û Libnanê diqewime dilnigeran im û biryara parlimana Israyîlê ya derbara UNRWA`yê da jî şermezar dikim.
Borêl herwiha got: Êrişa ser hêzên UNIFEL`ê li Libnanê qet nayê qebûlkirin, tenha rê jî sekinandina şêrr û bicihanîna biryarnameya 1701`ê ye. Di encama êrişên rejîma Israyîlê ser Libnanê da heta vê gavê zêde ji 3 hezar kes hatine kuştin.