Wekîlê Komara Islamî ya Îranê li Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê (IAEA) ku ketîye şarê Vîyenê, biryarnama Konseya Hikimdarên vê ajansê ya dijî Îranê biryarnameyek bi armancên sîyasî zanî ku ji hêla raberker û pesendkerên wê va tên şopandin.
Hejmareke berpirsên NY di civîna Konseya Emnî ya vê rêxistinê da xwestin ku pêngaveke navdewletî ji bo bidawîhanîna cinayeyên Rejîma Sîyonîst li Zîvala Xezzeyê bê rakirin.
Riyaz Mensûr nûnerê Filistînê li NY duh qedexetiya ser UNRWAyê ji aliyê Rejîma Siyonîstî ve ,hewldanên demdirêj ji bo jinavbirina mesela Filistînê da zanîn û got: Jînosayda li Xezzeyê hema bi serê xwe dawî nabe
Serokwezîrê Malêziyê got: Kiryarên bihêz, ji wan derxistina Îsraîlê ji NY li dû binpêkirinên mafên mirovan û jînûsayda li Xezzê, divê di zûtirîn dem de bên cihanîn.
Nûnerê hertimî yê Îranê li Jênêwê got: Komara Îslamî ya Îranê li çarçova qanûnên navneteweyî bona berevaniya rewa ji serwerî û yekperçetiya axa xwe, wê dudilî nebe.
Rêvebira cihîner a Sîndûqa Zarokan a NY(UNICEF) pêgîrî kir, zarokên li Zîvala Xezzê, hewcetî li lêhişyarbûnên lezhgîn ên pizişkî hene.
Komîserê mafên mirovan ê NY pêhişyarî da Rejîma Siyonîst ku her veguhestin yan koçberkirina berfireh a bi darê zorê ya bo derveyî bakûrê Xezzê, cinayeta cengê ye.
Wezareta Karên Derve ya Iraqê êrîşa Siyonîstan ser hêzên NYyê li Libnanê şermezar kir.
Serokkomarê Sûriyê li hevdêtina di gel komîserê payebilind ê NY li karûbarên penaberan ser giranbûna rewşa mirovî li navçê pêgirî kir.
Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY li aiftinekêde bal kişande ser vê yekê ku Rêjîma Siyonîst divê ji bo parastina sivîlan hewil bide û tekz kir: Her cure gurrbûna pevçûnan li Lubnanê dê ji bo hemû navçê bibe karesatek.