Nîsan 11, 2023 15:11 Asia/Tehran
  • HAMAS û Cîhada Îslamî: Cinayetên sîyonîstan dê nekaribin pêşîya domandina rêya azadîyê bigirin

HAMAS û Cîhada Îslamî ragihandin ku cinayetên sîyonîstan dê nekaribin pêşîya domandina rêya azadîyê bigirin.

Tevgerên Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) û Cîhada Îslamî bi dû şehîdbûna nûgîhayekî 15 salî yê filistînî pêgirî kirin ku cinayetên sîyonîstan dê nekaribin pêşîya domandina rêya serkevtin û azadîyê bigirin.

Di encama êrişa leşkerên sîyonîst ser Kempa Eqebe Cebirê da, duh Mihemed Fayiz Belhan nûgîhayê filistînî li Erîhayê ser bi Rexê Rojavaya Çemê Urdinê şehîd bû.

Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê di daxûyanîyekê da şehîdkirina wî nûgîhayê 15 salî yê filistînî şermezar kir û ragihand ku cinayetên hovane yên dagirkerên sîyonîst ên himberî sivîlan û gelê bêguneh, dê vîna gelê Filistînê ji bo domandina rêya azadî û rizgarîyê sist nekin.

Di vê daxûyanîyê da ji ber berxwedana wêrakane himberî destdirêjîyên ser Kempa Eqebe Cebirê destxweşî li têkoşerên filistînî hatîye kirin.

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) jî di daxûyanîyekê da sersaxî da malbata vî şehîdê pillebilind û ragihand ku ji ber sekinîna himberî dijminê zorbêj û hemaseya neteweyî ya berevanîya ji Mizgefta Eqsayê, bi gelê têkoşer ê Filistînê şanazî dike.

HAMAS’ê di dewama vê daxûyanîyê da ji gelê Filistînê xwest ku ji bo berevanîya ji Mizgefta Eqsayê rabin û li vî warî pîroz dest bi ibadetê bikin.

 

Serepeyv