Nîsan 18, 2023 16:55 Asia/Tehran
  • Taximeke Hamas’ê bi serokatiya Heniye çû Erebistanê

Taximeke rayedarên payebilind ên Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) bi Serokatiya ‘Îsmaîl Henîye’ piştî bi salan çû Erebistanê.

Li gorî rapora Tasnim News’ê, Çavkaniyekî filistînî yê agah ragihand, taximeke payebilind ji Hamas’ê bi serokatiya ‘Îsmaîl Henye’ Serokê Ofîsa Siyasî ya vê tevgerê derbasî Erebistana Seûdî bû û ev di rewşek da ye ku ti daxuyaniyek ji aliyê rayedarên seûdî va li ser vê serdanê nehatiye weşandin.

Vî çavkaniyê agah ragihand, Îsmaîl Hanîye serokê vê taximê ye û ‘Mûsa Ebû Merzûq’ berpirsê peywendiyên navneteweyî yê Hamas’ê û ‘Xalid Meşel’ Serokê vê tevgerê li derveyî Filistînê jî endamên vê taximê ne.

Di vê raporê da hatiye, Taxima Hamas’ê piştî bicihanîna rêûrismên Hecê Umreyê li Mekeya Pîroz, dê digel rayedarên seûdî bicivin.

 

Serepeyv