Sibat 20, 2023 16:38 Asia/Tehran
  • Rapor | Serokê Rejîma Siyonîst: “Nakokîyên navxweyî girantir û derdnaktir bûne”

Serokê Rejîma Siyonîst tevî diyarkirina dubare ya nîgeranîya xwe derbarê hilweşiyana vê rejîmê, got ku nakokîyên navxweyî girantir û derdnaktir bûne û qeyranên heyî, vê demê ew rastî ezmûneke çarenûssaz anîne.

“Îshaq Hêrtzog” Serokê Rejîma Siyonîst derbarê hilweşiyana Rejîma Siyonîst ji ber nakokîyên navxweyî yên berfireh li pey biryara kabîneya “Benyamîn Netanyahû” serokwezîrê vê rejîmê ji bo cihanîna “Guhertinên Dadwerîyê” hişyarî da.

Hêrtzog bi gotina vêya ku ew derheq bûyerên ku li nav “îsraîlîyan” diqewimin, gelekî nîgeran e, got ku Rejîma Siyonîst ji ber nakokî û qeyranên heyî niha rastî ezmûneke çarenûssaz hatiye.

Ev cara sêyem e ku Hêrtzog ji dema desthilatdarbûna kabîneya Netanyahû derbarê qewimîna şerê navxweyî li nav Rejîma Siyonîst û hilweşiyana wê hişyarî dide.

Li gorî nûçeyeke din, Wezîrê Darayîyê yê kabîneya tundrê ya Rejîma Siyonîst “Yayîr Lapîd” serokwezîrê berê û rêberê Opozîsyonê yê niha bi sûcê hewldana ji bo birêxistina şerê navxweyî li Îsraîlê tawanbar kir.

“Betsell Smoterîç” Wezîrê Darayîyê yê Rejîma Siyonîst got, Lapîd her cûre derfeta ji bo gotûbêjê ji nav dibe, lê digere ku tevlihevî û alozîyê pêk bîne; çi ev alozî di warê aborî da be, çi jî di karûbarên navxweyî yên Îsraîlê.

Hevdem Koma berxwedêr a “Erînul-Eswed”ê qala sekinîna têkoşerên xwe li hemberî êrîşa dagirkeran li ser bajarê Nablusê û  pevçûna çekdarî digel wan kir.

Leşkerên dagirker roja Yekşemîyê bi êrîşa li ser Kolana “El-Berîc”ê ya Nablusê, li ser banê avahîyan bi cih bûn û êrîş birin ser mala “Osame El-Tewîl”, hîsêrê filistînî û cihênerê operasyona “Şafî Şemerûn” û beşeke wê wêran kirin.

Li pey vê êrîşê, Koma “Erînul-Eswed”ê li dijî leşkerên siyonîst ket tevgerê û navbera wan û dagirkeran pevçûn derket.

 

Serepeyv