Sibat 27, 2023 17:42 Asia/Tehran
  •   Hişyariya HAMAS’ê derbarê cinayetên bajaroknişînan

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) derbarê cinayetên berfireh ên bajaroknişînên dagirkir li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê bi taybet li Nablusê di saya piştgiriya kabîneya Rejîma Siyonîst bi tundî hişyarî da.

 “Hazim Qasim” Berdevkê HAMAS’ê cinayetên terorîstên bajaroknişîn û eskerên siyonîst di warê êrişa ser gundê filistînî yê Heware’yê nîşana tirsa wan ji Berxwedana gelê Filistînê ye.

 Berdevkê HAMAS’ê amajeyî giringiya berxwedana di warê rawestana li hember dagirkerên siyonîst kir û got: Eva tenha rêya rawestandina cinayetên kabîneya tundrê ya Rejîma Siyonst e.

Şeva derbasbûyî bi dehan bajarokişînên siyonîst li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê, êrişî ser gundê filistînî ya Heware’yê li bakurê Rexê Rojavayê Çemê Urdinê û gundên derdora wî kirin û agir berdan milk û heyîtî û erebeyên filistîniyan.

 Hevgav Serokwezîrê Rejîma Siyonîst bi xemsariya derbarê xwestekên navçeyî û navneteweyî di warê rawestandina çêkirina bajarokan de, ser dewama çêkirina bajarokên Îsraîlê li navçeyên filistînî teqez kir.

 Benyamîn Netanyahû, Serokwezîrê Rejîma Siyonîst tevî dijberiyên berfireh ên navneteweyî li hember planên vê rejîmê yên çêkirina bajarokan ragihand ku  çêkirina bajarokan li Erdên Dagirbûyî yên Filistînê bêyî rawestan yê bidome.

 Hevgav Serokwezîrê berê yê Rejîma Siyonîst bi êrişa ser Netanyahû got ku kabîneya Rejîma siyonîst xeterek dijî ewehiya vê rejîmê ye.

 “Yaîr Lapîd” wek berteka li hember pevçûna di navbera bajaraoknişînan bi filistîniyan li Nablusê, kiryarên kabîneya Netanyahû sedema nearamiyan û xeterek dijî ewlehiya vê rejîmê da zanîn.

 

Serepeyv