Nîsan 16, 2023 15:31 Asia/Tehran
  • Rapor | Rejîma Siyonîst dil heye 10 projeyên mezin ên bajarokçêkirinê li Quds û Rexê Rojavayê Çemê Urdinê bi cih bîne

Rejîma Siyonîst dil heye 10 planên mezin ên bajarokçêkirinê pêkhatî ji çêkirina bi sedan malan û çêkirina rêyan ji bo hin bajarokên siyonîstnişîn li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê û Qudsa dagirbûyî li erdên filistîniyan bi cih bîne.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Filistînê, Komîteya Pêreyî ya Rêyan a ser bi Rêveberiya Sivîl a Hikûmeta Rejîma Siyonîst hefteya derbasbûyî avakirina du cadeyên dorhêlî ji bo girêdana bajarokên Rexê Rojavayê Çemê Urdinê li erdên dagirbûyî pesend kir.

Rejîma Siyonîst biryar e ji bo vê yekê tûnêleke mezin li bin rawestgeha lêgerînê ya Qelendiyayê li bakurê bajarê Qudsê ava bike.

Di vî warî da Komîteya Nexşekişandin û Avakirinê ya Rejîma Siyonîst jî ragihand ku dixwaze serbazxaneyekê li başûrê bajarê Qudsê li erdên navçeya Cebel El-Mikebirê çê bike.

Her wiha biryar e ku bajaroka Nof Tîsyonê jî were berfirehkirin û 400 avahiyên niştecihbûnê li vê navçeyê bên avakirin. Biryar e plana çêkirina bajarokan jî li parêzgehên cûrbicûr ên Rexê Rojavayê Çemê Urdinê bi cih were. Rejîma Siyonîst her wiha li dû çêkirina taxeke nû li bajaroka siyonîstnişîn a Mefo Yerîhûyê li parêzgeha Erîhayê ye.

Ev siyasetên destdirêjkerane yên Rejîma Siyonîst di rewşekê da didomin ku ‘Îsmaîl Heniye’ Serokê Ofîsa Siyasî ya Tevgera HAMAS’ê îro Yekşemiyê got, Hamas ji bo birêvebirina alûgorên stratejîk ên heyî di asta navxweyî, navçeyî û navneteweyî da sê rêyan dimeşîne ku rêya yekem, amadetiya tam ji bo şêrr, rêya diduyan pêkanîna yekitîya rasteqîên û rêya sêyem xurtkirina hevkarî û şêwirîna digel cîhana ereb û îslamî ye.

Heniye her wiha got: Bi derbasbûna zêdetirî heftê salî bi ser dagirkeriyê ra, hat selimandin ku gelê Filistînê bêguman dê bimîne û wehm û xeyala jêbirina wî ji ser nexşeyê nepêkan e û nifşên nû yên filistînî li nav û derveyî erdên dagirbûyî ji bo standina mafên xwe zêdetir îsrar û pêkutî dikin.

Beriya vêya, ‘Ziyad Nexale’ Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê di axaftinek da bi boneya hatina Roja Cîhanî ya Qudsê gotibû, Dîmenên ku li Mizgefta Eqsayê tên dîtin têra misilman û gelên ereb dikin ku rastiya Rejîma Siyonîst û cinayetkaran tê bigihêjin. Wî tekez kir: Em ê cîhad û têkoşînê heta rizgarkirina Quds û Filistînê bidomînin.

 

 

Serepeyv