Adar 23, 2023 16:03 Asia/Tehran
  • Vîna komên filistînî ji bo berxwedana li hemberî coinayetên Rejîma Siyonîst

Koma filistînî ya berxwedêr a ‘Erîn El-Esed’ê Rejîma Siyonîst hişyar kir ku ew ê êdî ewlehiyê nebîne.

Koma filistînî ya berxwedêr a ‘Erîn El-Esed’ di daxuyaniyekê da Rejîma Siyonîst hişyar kir ku ew ê ewlehiya xwe ya jidestdayî êdî li ti cihekî din nebîne û ti tiştek nikare ewlehiya ku ev rejîm hêvî dike, jê ra dabîn bike.

Erîn El-Eswedê di vê daxuyaniyê da bi gotina vêya ku ew ê ewlehiya bajaroknişînan têk bibe û dema zorbêjiyê bi dawî hatiye, tekez kir: Nabe ku gel şehîdên xwe ji bîr bike; Hêviya komên berxwedanê agahî û haydariya gelê Filistînê ye.

Koma filistînî ya berxwedêr a ‘Erîn El-Esed’ bang li miletê Filistînê kir ku rabin û pişta hêsîrên vî welatî bigirin. Vê komê tekez kir ku divê li her cih û mekanekî derbe li dijminê dagirker keve.

Navenda Amar û Zanyariyan a Filsitînê nasyar bi Me’tî jî ragihand, Hêzên Berxwedana Filistînê bi guleavêtin û avêtina teqemeniyan ber bi leşkerên siyonîst li navçeyên cûr bi cûr ên Rexê Rojavayê Çemê Urdinê û Qudsa Dagirbûyî bi wan ra ketin pevçûn.

Di vê raporê da hatiye, Operasyona hêzên Berxwedanê li Erîha, Quds, Selfît, Cinîn, Ramullah, Nablus û Tûlkermê bi cih hatiye û hêzên berxwedanê li dijî êrîşên siyonîstan rawestiyane.

Li gorî nûçeyeke din, çavkaniyên filistînî ragihandin ku yekem şehîdê filistînî di meha Remezana pîroz da li bakurê Rexê Rojavayê Çemê Urdinê bi gulleyê leşkerên siyonîst şehîd bû.

Leşkerên Siyonîst gulle avêtin seriyê “Emîr Ebû-Xedîce” li rojhilatê Tûlkermê li bakurê Rexê Rojavayê Çemê Urdinê û ew şehîd kirin.

Leşker û bajaroknişînên siyonîst her roj bi behaneyên cûr bi cûr gelê bindest ê Filistînê şehîd an birîndar dikin û wan digirin; komên filistînî jî bi vîneke bêhempa li hemberî van cinayetan li ber xwe didin.

 

 

Serepeyv