Mijdar 24, 2024 18:46 Asia/Tehran
  • Pederson: Nabe Sûrîye kaşî nav pevçûnên li herêmê bê kirin

Şandîyê Taybet ê Sersekreterê NY bo Sûrîyê pêgirî kir ku pêwîst e şerê li Libnan û Xezzeyê were sekinandin û Sûrîye kaşî nav gêre û pevçûnên li navçeyê neyê kirin.

Gîyêr Pederson, Şandîyê Taybet ê Sersekreterê NY bo Sûrîyê, got: Em divê vê gavê pêkanîna demlidest a agirbesê li Xezze û Libnanê û dûrketina ji kaşkirina Sûrîyê nav pevçûnên navçê garantî bikin.

Ev gotinên Şandîyê Taybet ê Sersekreterê NY bo Sûrîyê di, halekî da ne ku ji destpêka şerê Rejîma Sîyonîst dijî Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023`yê va heta nika, vê rejîmê bi caran êrişî Sûrîyê jî kirîye.

Şeva buhurî çavkanîyên fermî yên nûçeyan li Sûrîyê ragihandin ku Rejîma Sîyonîst êrişî derbasgeha Cosîye li herêma Quseyr ser sînorê Libnan û Sûrîyê kirîye. 

Serepeyv