-
Li 8 gundên Mêrdînê derketina derve hat qedexekirin
Îlon 10, 2019 03:52Li Navçeyên Nisêbîn û Omeryan yên Merdînê operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê berdewam dike û li 8 gundan derketina derve hat qedexekirin.
-
Bulent Arinç: Tu pêwendiya Ehmed Turk bi terorê re tuneye
Îlon 10, 2019 07:54Serokê berê yê Parlemana Tirkiyê Bulent Arinç dibêje, tu pêwendiya Serokê Şaredariya Mêrdînê Ehmed Turk bi terorê re nîne û ji bo aştiyê jî gelek kar kiriye.
-
Amerîka wê ji ber kirîna S-400 boykotan ser Tirkiyê dasepîne
Îlon 10, 2019 05:14Wezîrê Gencîne(xizînedariyê) yê Amerîkayê da xuyakirin, derbarê sepandina boykot û dorpêçan ser Tirkiyê, ji ber kirîna sîstema mûşekî ya S-400 a Rûsî, lêkolînên wan berdewam dikin.
-
Amerîka Navça Aram ne jibo me jibo YPG û HSD`ê ava dike
Îlon 09, 2019 13:24Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan ragihand ku Amerîka derbarê ''Navçeya Aram'' de ligel wan ne hevnêrîn e.
-
Endamê Polîtbiroya YNK'ê: Hewildanên HDP'ê di çarçova aştîyê da ne
Îlon 09, 2019 11:48Endamê Polîtbiroya Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) di hevdîtina digel desteya Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) da pêgirî kir ku hewildan û pêngavên HDP'ê di çarçova pêkanîna aştî û istiqrarê li Tirkîyê û navçê da ne.
-
Tirkîyê bertek nîşanî daxûyanîya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê da
Îlon 08, 2019 13:39Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê di daxûyanîyekê de himberî daxûyanîya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ku têde welatîyên amerîkî derheq seredana bo deverên rojhilat û başûra rojhilata Tirkîyê hişyar kirine, bertek nîşan da.
-
Hêzên Tirkiyê derbasî rojhilata Firatê bûn
Îlon 08, 2019 12:35Bi armanca avakirina ''herêma ewle'' gerrên hevbeş ên Amerîka û Tirkiyê di navbera bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê li bakura Sûrîyê de destpê bûn û karwanekî hêzên Tirkiyê derbasî nav rojhilata Firatê bû.
-
Tirkiyê hêz û wesayîtên nû şandin ser sînorê Sûriyê
Îlon 08, 2019 08:49Tirkiyê wesaîtên leşkerî yên nû şandin bajarokê Akçakaleyê yê ser sînorê Sûriyê li hember bajarokê Girê Sipî yê bakura Sûriyê. Rayedarên Tirkiyê îdia dikin ku ev wesayît û hêzana ji bo çavdêrîkirina herêma ewle şandine.
-
PKKê kuştina 9 leşkerên Tirkiyê û 2 gerîlayên xwe ragihan
Îlon 08, 2019 07:21Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê leşkerî yê PKKê ye ragihand ku şervanên wan 9 leşkerên Tirkiyê kuştinê û 3 leşker jî birîndar bûne. PKKê herwiha diyar kir ku di encama bombebaranên firokeyên Tirkiyê de jî 2 şervanên wê canê xwe ji dest dane.
-
Serokê Partiya Seadet a Tirkiyê rexne li Erdogan girtin
Îlon 08, 2019 06:39Serokê Partiya Seadet a Tirkiyê Temel Karamollaoglu rexne li Erdogan girtin û got: Siyasetên desdirêjkarane yên hikûmeta Receb Teyib Erdogan serokomarê Tirkiyê bûne belayê canê bi milyonan kesan li Rojavayê Asyayê.