Hêzên Tirkiyê derbasî rojhilata Firatê bûn
Bi armanca avakirina ''herêma ewle'' gerrên hevbeş ên Amerîka û Tirkiyê di navbera bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê li bakura Sûrîyê de destpê bûn û karwanekî hêzên Tirkiyê derbasî nav rojhilata Firatê bû.
Îro Yekşema 8'ê Îlonê gerrên hevbeş ên Amerîka û Tirkiyê li Navçeya Aram, di navbera Serê Kaniyê û Girê Spî de destpê bûn.
Di wê çarçovê de karwanê hêzên artêşa Tirkiyê ji aliyê gundê Xulanê ve derbasî nav bakura Sûrîyê bû û biryar e, ligel hêzên Amerîkî ber bi gundên din ên Girê Spî yên ser xeta sînor ve herin heta bigihejin Serê Kaniyê.
Ligorî agahîyan karwanê hêzên Tirkiyê ji çar Zêrêhpûşan û karwanê hêzên amerîkî jî şeş Zêrêhpûşan pêk dihat û li esmîn jî bo çavderiyê, firokeyên hevpeymaniya navdewletî difirin.
Navçeya Aram, di qonaxa yekem de, navbera herdu bajarên Serê Kaniyê û Girî Spî digire ber xwe.
Dirêjahiya navçeyê di navbera 70-80 kilometreyan û kûrahiya navçeyê jî wê di navbera 5-14 kilometreyan de be.