Pêşveçûna hêzên yemenî ber bi bendera Mexayê ve
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i360124-pêşveçûna_hêzên_yemenî_ber_bi_bendera_mexayê_ve
Li dû serdestiya Artêş û Ensarullah a Yemenê li ser navçeyên berfireh li parêzgeha Teizê û pêşveçûna ber bi bendera Mexayê ve, kanala El Erebiyê basa veguhestina berfireh a hêzên ser bi Riyazê bo vê navçeyê ve kir.
(last modified 2026-09-04T15:25:25+00:00 )
Îlon 04, 2026 17:48 Asia/Tehran
  • Pêşveçûna hêzên yemenî ber bi bendera Mexayê ve

Li dû serdestiya Artêş û Ensarullah a Yemenê li ser navçeyên berfireh li parêzgeha Teizê û pêşveçûna ber bi bendera Mexayê ve, kanala El Erebiyê basa veguhestina berfireh a hêzên ser bi Riyazê bo vê navçeyê ve kir.

Li gorî vê raporê di pêşveçûnên duh de bi dehan kirêgirtiyên siûdî ji wan fermandeyên asta yekê û hejmarek jî li gel malbatên xwe revîn.

Çavkaniyên medyayî herwiha basa pevçûnên giran di navbera hêzên çekdar ên Yemenê û hêzên ser bi Erebistana Siûdî li başûrê Hudeyde ya yemenê kirin.

Hevgavê viya çavkaniyên yemenî basa êrişên dubare yên bi xwefiran a leşkerên hikûmeta Senayê ber bi Bendera Mexayê ve kirin. Ev bendera yek ji derbasgehên sereke yên derbasbûna çek û alavan ji bo kirêgirtiyên ser bi Riyazê ve tê hesêb û di van mehên derbasbûyî de bi dehan car ketiye ber êrişên bi mûşek û xwefiran a Artêşê û Ensarullaha Yemenê; Hema ji ber viya serdestiya li ser vê benderê ji armancên sereke yên van hêzan tê hesêb.