Odeya bazirganiyê ya Îranê di Nîşangeha Pîşeyên Xwerinê ya Stenbolê de
Odeya Komara îslamiya Îranê ji bo sala çaran a bi dû hev di Nîşangeha Pisporiyê ya Pîşeyên Xwerin û Teknolojiyê ya F- Istanbul`ê li navenda Nîşangehên Navnetewî yên Stenbolê(IFM) hat lidarxistin.
Di vê odeyê de 16 kompaniyên îranî ji parêzgehên cûrbicûr hene û berhem û şiyanên xwe di warên wek makîneyên Pîşeyên Xwerinê û girêdanê, şîremenî, çeres, berhemên ji bo vexwerinê û totikan didin nasandin.
Li gorî gotina şêwirmendê bazirganiya Îranê li Tirkiyê, di dewra pêncan a vê nîşangehê de nêzî 700 kompanî ji 21 welatan beşdar in û nîşangeh bi qasî 50 hezar metreya çarkunc e. Beşdariya Îranê di vê nîşangehê de bi armanca nasandina zirûfên berhemanînê yên welêt û geşepêdana hevkarî û danûstandinên bazirganiyê bi kompaniyên Tirkiyê û bazarên navçê re bûye.