Êrişên hewayî û topxaneyî ya Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê
Artêşa Rejîma Siyonîst sibeha îro êrişên ser navçeyên curbicur ên Zîvala Xezzê giran kirine û taxên rojhilatê bajarê Xezzê û navçeyên bakûr ên kempa Birîcê dan ber êrişên hewayî û topxaneyî û gulleavêtina berfireh.
Derdora navçeya Senafûrê li rojhilatê taxa Tifah li rojhilatê bajarê Xezzê, navenda Zîvala Xezzê û navçeyên bakûr ên kempa Birîcê ketin ber gulleavêtin û êrişên bi topan ên Rejîma Siyonîst.
Hevgavê viya hêlîkopterên cengê yên Rejîma Siyonîst bi awayekî berfireh navçeyên rojhilat ên bajarê Xezzê kirin hedef û xwefirekî siyonîst jî gulle berdan taxa Zeytûnê li başûr rojhilatê vî bajarî.
Balafirên cengê yên Rejîma Siyonîst jî taxa Tifahê li rojhilatê bajarê Xezzê dan ber bombeyan û di êrişeke din da jî derdora kolana Miştehî li taxa Şocaiyê li rojhilata bajarê Xezzê kirin hedef.