Li 8 gundên Mêrdînê derketina derve hat qedexekirin
Li Navçeyên Nisêbîn û Omeryan yên Merdînê operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê berdewam dike û li 8 gundan derketina derve hat qedexekirin.
Li Navçeyên Nisêbîn û Omeryan yên Merdînê operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê berdewam dike û li 8 gundan derketina derve hat qedexekirin.
Artêşe Tirkiyê ku hefteyek e operasyona leşkerî li navçeyên Nesêbîn û Omeryan didomîne, qedexeya li ser 8 gundan bi serdagirtina malan berdewam dike.
Hate ragihandin, operasyon bi hevkariya hêzên esmanî berdewam dike û agir bi daristanan ketiye û ev agir gihêştiye bax û xaniyên gundên qedexe kirî jî, ji ber vê yekê can û malên xelkê sivîl li ber talukeyê ye.
Gundiyên wan 8 gundên qedexe li ser hatiye sepandin dibêjin, tiştê bi ser wan tê kirin kes nabîhîse, leşker dergehan dişkînin û dikevin nav malan û jin û zarokên wan ditirsînin.
Di çarçeveya operasyonê de ji bilî wan gundên qedexekirî, li çend deverên Tizyan ya Navçeya Artuxluyê jî qedexeya derketina derve hatiye sepandin.