Serokê Partiya Seadet a Tirkiyê rexne li Erdogan girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308054-serokê_partiya_seadet_a_tirkiyê_rexne_li_erdogan_girtin
Serokê Partiya Seadet a Tirkiyê Temel Karamollaoglu rexne li Erdogan girtin û got: Siyasetên desdirêjkarane yên hikûmeta Receb Teyib Erdogan serokomarê Tirkiyê bûne belayê canê bi milyonan kesan li Rojavayê Asyayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 08, 2019 06:39 Asia/Tehran
  • Serokê Partiya Seadet a Tirkiyê rexne li Erdogan girtin

Serokê Partiya Seadet a Tirkiyê Temel Karamollaoglu rexne li Erdogan girtin û got: Siyasetên desdirêjkarane yên hikûmeta Receb Teyib Erdogan serokomarê Tirkiyê bûne belayê canê bi milyonan kesan li Rojavayê Asyayê.

Rojnama Milli Gazate ya Tirkiyê nivîsiye:  Temel Karamollaoglu siyaseta partiya serdest a AKPê û serokê wê Erdogan derheq Sûriyê şaşitiyeke eşkera û mezin da zanîn û  got: Vê siyasetê bê îstiqrarî û bê ewlehî li Rojavayê Asyayê zêde kiriye.

Serokê Partiya Seadet a Tirkiyê ji AKPê xwest siyaseta xwe derheq Sûriyê biguherîne, çûnku ev siyaseta bê encam bûye û têk çûye.

Karamollaoglu herwiha got: Amerîka û hin hêzxortên din dixebitin deshilat û berjiwendiyên xwe ser Rojavayê Asyayê dasepînin  û welatên navçê û cînar jî divê rasterast li dora hevdu bi civin û aştî û ewlehiya navçê dabîn bikin.