Amerîka wê ji ber kirîna S-400 boykotan ser Tirkiyê dasepîne
Wezîrê Gencîne(xizînedariyê) yê Amerîkayê da xuyakirin, derbarê sepandina boykot û dorpêçan ser Tirkiyê, ji ber kirîna sîstema mûşekî ya S-400 a Rûsî, lêkolînên wan berdewam dikin.
Wezîrê Gencîne yê Amerîkayê Steven Mnuchin duh duşemê 09-09-2019an li ser pirsa rojnamevanan da xuyakirin, ew mijar a sepandina sizaya dorpêçiyê li pêş çavan derbas dikin, lê hê negihîştine biryareke misoger.
Rêveberiya Tirkiyê, digel hemû nerazîbûn û gefên Amerîkayê, ji Rûsyayê sîstemên S-400 yên parastina asîmanî kiribûn. Rayedarên Amerîkayê jî, dabûn xuyakirin, helwesta Tirkiyê dijî berjewendiyên NATO û Amerîkayê ye û di çarçoveya rêkeftina CAATSAyê (Katsa) de, ew dê liser Tirkiyê dorpêçiyan bisepînin.
Amerîka berê jî Tirkiye hişyar kiribû ku ger dev ji kirîna mûşekên S-400 bernede wê boykota ser wê dasepîne û wê ji nav lîsteya kirîna balafirên pêşketî yên F-35 derxîne.
Li gor yasayan, Wezareta Gencîneyê cureya sizayê diyar dike û pêşkêşî Serokomarê Amerîkayê Donald Trump dike.
Peymana kirîna mûşekên S-400 ji Rûsyayê di Kanûna 2017 navbera Tirkiyê û Rûsyayê îmza bû û bona cara yekem Rûsyayê çend mehên berê ev mûşek ji Tirkiyê re şandin.