Tirkiyê hêz û wesayîtên nû şandin ser sînorê Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308057-tirkiyê_hêz_û_wesayîtên_nû_şandin_ser_sînorê_sûriyê
Tirkiyê wesaîtên leşkerî yên nû şandin bajarokê Akçakaleyê yê ser sînorê Sûriyê li hember bajarokê Girê Sipî yê bakura Sûriyê. Rayedarên Tirkiyê îdia dikin ku ev wesayît û hêzana ji bo çavdêrîkirina herêma ewle şandine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 08, 2019 08:49 Asia/Tehran
  • Tirkiyê hêz û wesayîtên nû şandin ser sînorê Sûriyê

Tirkiyê wesaîtên leşkerî yên nû şandin bajarokê Akçakaleyê yê ser sînorê Sûriyê li hember bajarokê Girê Sipî yê bakura Sûriyê. Rayedarên Tirkiyê îdia dikin ku ev wesayît û hêzana ji bo çavdêrîkirina herêma ewle şandine.

Ajansa Anadoluyê ragihand ku Biryar e îro 8ê Îlonê jî di çarçoveya rêkeftina herêma ewle de çavderiya hevbeş a Tirkiye û Amerîkayê destpê bike. Ji bo vê armancê, wesaîtên leşkerî yên Tirkiyê yên ji bo çavderîkrina herêma ewle, gihiştin bajarokê Akçakaleyê li parêzgeha Şanlîûrfayê (Rihayê).

Li gor zanyariyan, karwana leşkerî ji 15 wesaîtên zirxpoş pêk tê û derbasî herêma leşkerî li ser sînor bûn.

Ev yek di demekê de ye ku pêr hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Encûmena Leşkerî ya Girê Sipî gereke hevbeş li navçeyê kir û dest bi rakirina komên axê yên nêzîkî sînorê Tirkiyê kiribûn.

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê di encama du êrişên dagîrkeiyê yên binavê Mertala Firatê û Çiqilê Zeytûnê zêde ji 4 hezar Kîlometrên çarkonc ji axa Sûriyê ji wan bajarên El-Bab, Ezaz, Cerablus û Efrîna kurdan dagîr kirin. Li hemberî vê yekê hikûmeta Sûriyê Tirkiyê wek dagîrkerê axa xwe ragihandiye û xwestiye ku zûka terka axa Sûriyê bide.