PKKê kuştina 9 leşkerên Tirkiyê û 2 gerîlayên xwe ragihan
Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê leşkerî yê PKKê ye ragihand ku şervanên wan 9 leşkerên Tirkiyê kuştinê û 3 leşker jî birîndar bûne. PKKê herwiha diyar kir ku di encama bombebaranên firokeyên Tirkiyê de jî 2 şervanên wê canê xwe ji dest dane.
Navenda Ragihandinê ya PKKê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li navçeya Elkê ya Şirnexê li dijî leşkerên artêşa Tirkiyê êrişek pêk anîne.
Di daxuyaniya PKKê hate gotin ku hêzên wan di 3yê Îlonê de yekineyeke artêşa Tirkiyê li herêma Deriyê Qaçê ya herêma Kato Jîrka ya navçeya Elkê ya Şirnexê xistine kemînê.
Li gor vê daxuyaniyê di encama wê kemînê de 9 leşkerên artêşa Tirkiyê hatine kuştin û 3 leşker jî birînda bûne.
Piştî çalakiyê artêşa Tirkiyê bi topên hawan û obusan cihê bûyerê bombebaran kiriye.
PKKê herwiha ragihand ku di 4ê îlona 2019an de balafirên Artêşa Tirkiyê herêma Xantûr a herêma Heftanîn li Herêma Kurdistana Iraqê bombebaran kirine û 2 gerîlayên wan kuştin.
Li gor heman daxuyaniya 5ê Îlonê jî balafirên şer ên artêşa Tirkiyê herêma Werxelê ya herêma Avaşînê bombebaran kirine, lê di vê bombebaranê de tiştek bi hêzên wan nehatiye.