Bulent Arinç: Tu pêwendiya Ehmed Turk bi terorê re tuneye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308125-bulent_arinç_tu_pêwendiya_ehmed_turk_bi_terorê_re_tuneye
Serokê berê yê Parlemana Tirkiyê Bulent Arinç dibêje, tu pêwendiya Serokê Şaredariya Mêrdînê Ehmed Turk bi terorê re nîne û ji bo aştiyê jî gelek kar kiriye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 10, 2019 07:54 Asia/Tehran
  • Bulent Arinç: Tu pêwendiya Ehmed Turk bi terorê re tuneye

Serokê berê yê Parlemana Tirkiyê Bulent Arinç dibêje, tu pêwendiya Serokê Şaredariya Mêrdînê Ehmed Turk bi terorê re nîne û ji bo aştiyê jî gelek kar kiriye.

Endamê Encumena Şêwirmendî ya Serokomariya Tirkiyê û Serokê Berê yê Parlemanê Bulent Arinç da xuyakirin, di danîna qeyuman de kêşeyeke qanûnî nîne. Wî herwiha got:  Ew tenê Şaredarê Mêrdînê Ehmed Turk nas dike û da zanîn, Ehmed Turk kesekî rêzdar e, tu pêwendiya wî bi terorê nîne û bo aştiyê jî gelek kar kiriye.

Arinç got, ji ber twîtên beriya şeş salan, seroka şaxa Stenbolê ya CHPê Canan Kaftancioglu bi 9 salan hatiye sizakirin. Wî herwiha Da zanîn,  twîtên Kaftancioglu di çarçoveya azadiya hizr û ramanê de ne û divê rêz li vê azadiyê bê girtin.

Herwiha Arinç derbarê bûyera kuştina rêvebera PKKê Sakîne Cansiz û du hevalên wê de jî da xuyakirin, nabe dewlet bi demançeyên bêdeng mirovan bikuje, divê wan bigre û bi awayeke dadwerane dadgehî bike.