Amerîka Navça Aram ne jibo me jibo YPG û HSD`ê ava dike
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan ragihand ku Amerîka derbarê ''Navçeya Aram'' de ligel wan ne hevnêrîn e.
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan, li bajarê Meletiyê derbarê ''Navçeya Aram'' de got ku ev kara bi firîna 3-5 helîkopteran, gerra bi 5-10 wesayîtan, bi hebûna çend sed leşkeran li wê deverê nabe.'' Erdogan herwiha got ji bo ku ew milyonek kesî li wê deverê bicih bikin, divê ligel bajaran ewlehîya wê deverê were dabînkirinê.
Serokomarê Tirkiyê herwiha got, “Eger heta dawiya meha Îlonê, li rojhilatê Firatê, em bi leşkerên xwe Navçeya Aram pêk neyînin, ti rêyeke din li ber me namîne bilî rêçareya me xwe.”
Erdogan got ku Amerîka dixwaze wan û HSD/YPG li ser bingehekê birêve bibe û got ku ya tê dîtin ew e ku Amerîka ne ji bo wan ji bo YPG/HSD ‘Navçeya Aram’ pêk tîne.
Ev gotinên Erdogan di demekê de ne ku duh bi armanca avakirina ‘Navçeya Aram’ gerrên hevbeş ên Amerîka û Tirkiyê di navbera bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê de destpê bûn û karwanekî hêzên Tirkiyê derbasî bakura Sûrîyê bû.
Ligorî raporan, karwanê hêzên artêşa Tirkiyê ji aliyê gundê Xulanê ve derbasî bakura Sûrîyê bû û biryar e, ligel hêzên Amerîkî ber bi gundên din ên Girê Spî yên ser xeta sînor ve herin heta bigihejin Serê Kaniyê.