Tirkîyê bertek nîşanî daxûyanîya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308072-tirkîyê_bertek_nîşanî_daxûyanîya_wezareta_karên_derve_ya_amerîkayê_da
Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê di daxûyanîyekê de himberî daxûyanîya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ku têde welatîyên amerîkî derheq seredana bo deverên rojhilat û başûra rojhilata Tirkîyê hişyar kirine, bertek nîşan da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 08, 2019 13:39 Asia/Tehran
  • Tirkîyê bertek nîşanî daxûyanîya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê da

Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê di daxûyanîyekê de himberî daxûyanîya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ku têde welatîyên amerîkî derheq seredana bo deverên rojhilat û başûra rojhilata Tirkîyê hişyar kirine, bertek nîşan da.

Di daxûyanîya Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê de hatîye: Idiayên Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê derbarê rewşa ewlehî ya deverên rojhilat û başûra rojhilata Tikrîyê de, rastîyê nîşan nadin.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê vê dawîyê welatîyên amerîkî hişyar kiribûn ku ji ber meseleya têrorîsmê û girtinên bêheger li Tirkîyê seredana deverên rojhilat û başûra rojhilata Tirkîyê nekin.