-
Dewlet Baxçelî: Bila hikûmeta Tirkîye planekê jibo ketina nav Şamê amade bike
Sibat 12, 2020 08:26Serokê Partîya Hereketa Netewî ya Tirkîyê (MHP) got: Bila hikûmeta Tirkîye planekê jibo ketina nav Şamê amade bike.
-
Dawûdoglu yê di hilbijartinên bê da pişikdar bibe
Sibat 12, 2020 04:19Dawûdoglu Wezîrê Karên Derve û Serokwezîrê berê yê Tirkîyê wê di hilbijartinên bê yên Serokomartîya wî welatî da pişikdar bibe.
-
Erdogan: Divê Sûriye berdeleke giran bide
Sibat 11, 2020 14:43Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan têkildarî êrîşên li ser hêzên welatê wî li Idliba Sûriyê ragihand, divê Sûriye û aliyên ku êrîşî hêzên me dikin, berdeleke giran bidin. Erdogan herwiha got, ew dê pêngavên pêwîst ên Tirkiyê têkildarî vê mijarê sibê Çarşemiyê aşkere bike.
-
Gefa eskerî ya Tirkiyê li dijî Sûriyê
Sibat 10, 2020 14:18Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê dibêje: Ger êrişên hêzên sûrî ser meqerên hêzên welatên hanê li bakurê Sûriyê bidomin, hêzên Tirkiyê jî dê êrişî ser meqerên hêzên sûrî bikin.
-
Teqezkirina wezîrê derve yê Tirkiyê ser kutabûna operasyona artêşa Sûriyê li Idlibê
Sibat 10, 2020 13:29Wezîrê derve yê Tirkiyê daxwaza rawestandina operasyona artêşa Sûriyê li Idliba bakurê vî welatî kir.
-
Artêşa Tirkiyê dewamê dide şandina şer-alavan bo Idlibê
Sibat 10, 2020 11:35Hin karwanên artêşa Tirkiyê şeva bihurî mûşek, tank, muhimat û erebeyên zirxî birin sînorê Rêyhanliyê li parêzgeha Xetayê û ji wir şandine Idlibê.
-
Pervîn Buldan: Hikûmetê derbarê girtiyên nexweş de soz dabû
Sibat 09, 2020 13:37Hevserokê HDPê got: “Li Tirkiyê tawanbar û bikuj azad in lê siyasetmedar û welatiyên bêtawan zindanî ne” û got ku hikûmetê ji bo berdana girtiyên nexweş soz dabû, lê bicih neanî.
-
Li Wanê 13 penaberan di bin berfê de canê xwe jidest dan
Sibat 09, 2020 10:0713 penaberan dema dixwastin bi qaçaxî ji aliyê Îranê ve derbasî Tirkiyê bibin ji sermê û di bin berfê de canê xwe ji dest dan.
-
Balafirên şer ên Tirkiyê Herêmên Medyayê bombebaran kirin
Sibat 09, 2020 06:11Balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê deverên Xakûrkê, Avaşîn, Heftenîn û Metînayê bombebaran kirin. Tê gotin ku di êrîşê de ti ziyan negihiştine hêzên PKKê.
-
Şanda Rûsyayê li Enqerê bi rayedarên tirk re pirsa Idlibê gotûbêj dike
Sibat 09, 2020 05:11Şandeke Rûsyayê li Enqerê ye û li Wezareta Derve ya Tirkiyê ji bo mesela Sûriyê hevdîtinan ligel rayedarên Tirk dike. Lê ji ber hevdîtin û civîn li pişt deriyên girtî tên kirin ti hûrgiliyên zêde nayên bidestxistin.