Teqezkirina wezîrê derve yê Tirkiyê ser kutabûna operasyona artêşa Sûriyê li Idlibê
Wezîrê derve yê Tirkiyê daxwaza rawestandina operasyona artêşa Sûriyê li Idliba bakurê vî welatî kir.
Li gorî rapora roja Duşemiyê ya ISNA`yê, Mewlûd Çawûşoglu wezîrê derve yê Tirkiyê bal kişand ser vê yekê ku Sûriye divê operasyona artêaş vî welatî li Idlibê rawestîne, îdia kir ger ev êriş bidomin Tirkiye dê pêngavên pêdivî hilîne.
Mewlûd Çawûşoglu li civîneke rojnamevaniyê beriya destpêbûna hevdîtinên taximên Tirkiyê û Rûsiyê li bara Idlibê teqez kir: Ger hevdîtinên li bara Idlibê neghêjin encamê muhtemel e Pûtîn û Erdogan dê hevdîtinê bikin.
Hevgav çavkaniyeke eskerî li Wezareta berevaniyê ya Tirkyiyê jî raghand ku artêşa vî welatî xwe bo operasyona eskerî li parêzgeha Idlibê li bakurê Sûriyê amade dike.
Duh jî piştî derbasbûna karwanê eskerî ya Tirkiyê nav Idlibê li bakurê Sûriyê, meqerên eskerên Tirkiyê li vê navçê hat xurtkirin.
Kelûmelên eskerî yên Tirkiyê li halekî derbasî nava Sûriyê bûne ku li pey derbasbûna neqanûnî ya artêşa Tirkiyê nav Idlibê ,artêşa Sûriyê midehek berî niha meqerên eskerên Tirkiyê li vê parêzgehê da ber topan ku li enacama wê çend eskerên tirk hatin kuşrtin û hejmarek din jî birîndar bûn.