Iraqçî: Welatên îdiakerê mafên mirovan bila werin Nîşangeha Dibistana Mînabê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i359960-iraqçî_welatên_îdiakerê_mafên_mirovan_bila_werin_nîşangeha_dibistana_mînabê
Wezîrê Karên Derve yê Îranê di seredana li Nîşangeha Dibistana Mînabê de got: Mafên mirovan li vira ye eger welatên din dixwezin mafên mirovan bibînin û fêm bikin divê werin vê nîşangehê û van berheman fêm bikin.
(last modified 2026-08-29T13:42:24+00:00 )
Tebax 29, 2026 17:09 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Welatên îdiakerê mafên mirovan bila werin Nîşangeha Dibistana Mînabê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê di seredana li Nîşangeha Dibistana Mînabê de got: Mafên mirovan li vira ye eger welatên din dixwezin mafên mirovan bibînin û fêm bikin divê werin vê nîşangehê û van berheman fêm bikin.

Piştî seredana Nîşangeha Dibistana Minabê, Ebas Iraqçî ji rojnamevanan re got: Îro min derfet dît ku seredana nîşangeha wênesaziyê ya Dibistana Minabê bikim. Bi rastî nîşangehek balkêş e. Her tabloyek ji ya din watedartir û bibandortir e. Min di pirtûka bîranînê ya nîşangehê de nivîsand: Her tabloyek bi qasî çend gotar û pirtûkan bi mirovan re diaxive û peyamek vediguhezîne û belgeyek e li ser mafdarî û neheqiya gelê Îranê û zarokên ku di vî şerî de ji aliyê cinayetkarên amerîkî û Siyonîst ve bi awayekî tirsonek û bi zanebûn hatin hedefgirtin.

Wezîrê Karên Derve wiha domand: Rast e ku me zarokên Mînabê ji dest dan, lê ew ji bo gelê Îranê bûn ostûreyeke qehremaniyê. Dibistana Mînabê û zarokên vê dibistanê ji bo gelê Îranê bûn destanek û em ê vê destanê qet ji bîr nekin, efû nekin û em ê her gav wê bişopînin.