Hadî Amirî: Em ê qanûna Heşdi Şeibiyê bipejirînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i359976-hadî_amirî_em_ê_qanûna_heşdi_Şeibiyê_bipejirînin
Hadî Amirî, sersekreterê Rêxistina Bedr a Iraqê di hevdîtina bi şêxên eşîrên vî welatî re ragihand: Em ê qanûna Heşdi Şeibiyê bipejirînin û di vî warî de me bi serokwezîrê re gotûbêj kiriye û wî jî piştgîrî daye vî karî.
(last modified 2026-08-29T14:50:36+00:00 )
Tebax 29, 2026 18:19 Asia/Tehran
  • Hadî Amirî: Em ê qanûna Heşdi Şeibiyê bipejirînin

Hadî Amirî, sersekreterê Rêxistina Bedr a Iraqê di hevdîtina bi şêxên eşîrên vî welatî re ragihand: Em ê qanûna Heşdi Şeibiyê bipejirînin û di vî warî de me bi serokwezîrê re gotûbêj kiriye û wî jî piştgîrî daye vî karî.

Hadî Amirî, sersekreterê Rêxistina Bedr a Iraqê, herwiha di berevaniya ji komên Berxwedana Iraqê ragihand ku endamên van komane kesên aqil in ku berevaniya Iraqê û desthilatdariya wê kirine û li hember hêzên dagîrkir û DAIŞ`ê sekinîne.

Şayanî gotinê ye ku pilana veguherîna Heşdi Şeibiyê li dayireyeke giştî ya di bin çavdêriya Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî û Artêşa Iraqê de 26`ê Mijdara 2016`an piştî çend mehan hilkolandin û şêwirîna li Parlimana Iraqê di Parlimanêde deng li ser  hat dayîn û veguherî qanûnê. Tevî viya Mihemed Şiya Sûdanî, serokwezîrê berê yê Iraqê di Adara 2025`an de pilana qanûna xizmet û malnişînbûnê yê Heşdi Şeibiyê ji Parlimana vî welatî istand. Istandina reşnivîsa vê qanûnê bi armanca kêmkirina nakokiyên siyasî û girtina pêşiya bandordanîna wê li ser civînên Meclisê pêk hat ji ber ku lidarxistina civînan mabû ser danîna vê qanûnê di destûrxebata Parlimanê de.