Pişka Herêma Kurdistanê di bûdceya sala 2027`an de tenê sedî 6 e
Endameka Komîsyona Darayî ya Parlimana Iraqê dibêje ku par û pişka Herêma Kurdistana Iraqê tenê sedî 6`ê bûdceya gişt welêt e û heta têra miaşê karmendên Herêmê jî nake.
Îxlas Dulêymî, endama Komîsyona Darayî ya Parlimana Iraqê, ragihand di gişt bûdceya giştî ya Iraqê ji bo sala 2027`an ku 217 hezar mîlyard Dînar hatiye kivşkirin, para Herêma Kurdistana Iraqê tenê 12 hezar û 800 mîlyard Dînar hatiye berçavgirtin ku bi qasî sedî 6`ê gişt bûdceyê ye û heta têra miaşê karmendên Herêmê jî nake.
Vê parlimantera Firaksiyona PDK`ê got: Eva mijara herî sereke ya Herêma Kurdistana Iraqê di reşnivîsa qanûna bûdceyê de ye. Duleymî li ser mêhwera duyem a nakokiyan jî bal kişand ser xercên hikûmetê û got: Ev xerc di reşnivîsa bûdceyê de rabûye 76 hezar mîlyard Dînarî li li gorî gotina wê pirr zêde û neasayî ye û hewce ye ku were hilkolandin.