Çîn di Konseya Ewlehiyê de: Rêzê li mafên navokî yên Îranê bigirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i361110-Çîn_di_konseya_ewlehiyê_de_rêzê_li_mafên_navokî_yên_Îranê_bigirin
Nûnerê hertimî yê Çînê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, tekezî li ser pêwîstiya pejirandina nihêrîmeke hevseng li hember dosiyeya navokî ya Îranê kir û ji aliyên din xwest ku rêzê li mafê Komara Îslamî ya Îranê yê bikaranîna aştiyane ya enerjiya navokî bigirin.
(last modified 2026-10-28T15:28:15+00:00 )
Çirî 28, 2026 18:57 Asia/Tehran
  • Çîn di Konseya Ewlehiyê de: Rêzê li mafên navokî yên Îranê bigirin

Nûnerê hertimî yê Çînê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, tekezî li ser pêwîstiya pejirandina nihêrîmeke hevseng li hember dosiyeya navokî ya Îranê kir û ji aliyên din xwest ku rêzê li mafê Komara Îslamî ya Îranê yê bikaranîna aştiyane ya enerjiya navokî bigirin.

 

Rojnameya China Daily ragihand ku Fû Kong, nûnerê hertimî yê Çînê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, di civîna Konseya Ewlehiyê ya li ser mijara navokî ya Îranê de ku Sêşemiyê bi şev hat lidarxistin, tekezî li ser pêwîstiya nihêrîneke hevseng kir û got ku divê mafê Îranê yê bikaranîna aştiyane ya enerjiya navokî ji bilî pabendbûna wê ya ji bo pêşnexistina çekên navokî were rêzgirtin. Wî her wiha bang li Amerîkayê kir ku soz bide ku li dijî Îranê zorê bikar neyne. Ev civîn piştî alûgorên vê dawiyê yên di Konseya Hikimdaran a Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî de û alîgirên wê ji bo şopandina şandina mijara navokî ya Îranê bo Konseya Ewlehiyê pêk hat. Nûnerên Çîn û Rûsyê jî dijî lidarxistina civînê bûn.