Li Sêna ya Firansayê, pilana Divê kesên kawilkir berdêlê bidin, hat pejirandin
Sêna ya Fransayê sibeha Çarşemiyê bi 229 dengên erê û 105 dengên na, pêşnûmeya bi navê Divê kesên kawilkir berdêlê bidin, pejirand.
Ev plan ku armanc dike zirarên ji ber tundûtûjiyê û wêrankirina heyîtiyên giştî û taybet bên cebirandin, ji tedbîrên nû ji bo kontrolkirina aramiya giştî û sînordarkirina xwepêşandanan pêk tê. Xala yekem a planê berpirsiyariya medenî a hevbeş û çendalî ya bi qasî10 hezar Euro ji bo her kesî, pêşbînî dike. Li gorî planê, beşek ji feydeyên malbatê, alîkariya ji bo kirîna malê û alîkariya hevgirtina çalak (RSA) jî dikare ji bo wergirtina zirarê piştî mehkûmkirina dawî werin zevtkirin. Ev yasa her wiha alîkariya ji bo çalakiya pîşeyî û alîkariya taybet jî digire ber xwe. Tevî viya, pêvajoya pejirandina wê ya dawî hîn jî berdewam dike û divê plan ji hêla Meclîsa Neteweyî ya Fransayê ve dîsa were lêkolînkirin.