Pesendkirina Qanûna Heşdi Şe’bîyê di pêşîniyên qanûndanînê yên parlimana Iraqê da ye
Tesrîn 02, 2026 18:39 Asia/Tehran
Pesendkirina Qanûna Heşdi Şe’bîyê ket serê babetên herî li pêş ên qanûndanînê yên parlimana Iraqê.
"Wela El-Cîzanî", endamê fraksyona Bedrê, ragihand ku ev qanûn bi armanca temamkirina çarçoveya qanûnî ya Heşdi Şe'bîyê û garantîkirina mafên zêde ji 300 hezar şerrvanan, dê bi zûtî li parlimanê were pesendkirin. Wî tevî amajeya bi şopandina vê mijarê ji hêla fraksyona Bedrê va û rawêjkariya bi Serokwezîrê Iraqê ra tekez kir ku pêvajoya pesendkirina vê qanûnê, mijareke neteweyî û serbixwe ye û parliman dê li hember her cure destwerdana Amerîka yan welatên biyanî di vî warî da bisekine.