Li Wanê 13 penaberan di bin berfê de canê xwe jidest dan
13 penaberan dema dixwastin bi qaçaxî ji aliyê Îranê ve derbasî Tirkiyê bibin ji sermê û di bin berfê de canê xwe ji dest dan.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, dema hejmarek ji penaberan dixwastin bi qaçaxî ji aliyê Îranê ve derbasî Tirkiyê bibin û ji wir jî berê xwe bidin Ewropayê, 13 li gundên Sarî Cemal û Osmanlî di bin berfê de canê xwe ji dest dan û hejmarek jî rizgar bûne.
Peyamnêrê K24 diyar kir, di nava penaberên canê xwe ji dest dane de 3 penaberên ji bajarê Kobanê yê bakura Sûriyê hene û 10 kesên din jî ji Efganistanê ne.
Di wê derbarê de Parêzgarê Wanê ragihandiye, ji ber şertê zehmet ên hewayê, ew nikarin tîmên hawarhatinê bişînin wê deverê.
Peyamnêrê K24 amaje bi wê yekê kir ku li Erzerûm, Bîngol, Mûş, Bitlîs, Wan, colemêrg, Sirt û Şirnexê du roj in bi roj û şerv berf dibare û riya bi hezaran gundan hatine girtin.
Koçberên dixwazin ji bakura Sûriyê û Herêma Kurdistanê derbasî Tirkiyê bibin, lê rastî gelek zehmetiyan hatin loma neçar man beşek ji koçberan biçin Îranê û ji wir ve derbasî Tirkiyê bibin.