Gefa eskerî ya Tirkiyê li dijî Sûriyê
Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê dibêje: Ger êrişên hêzên sûrî ser meqerên hêzên welatên hanê li bakurê Sûriyê bidomin, hêzên Tirkiyê jî dê êrişî ser meqerên hêzên sûrî bikin.
Xilûsî Akar li hevpeyvîna bi hejmara vê dawiyê ya rojnama Huriyetê got: Ger hişyariyên Tirkiyê li hember operasyona artêşa Sûriyê li parêzgeha Idlibê neyên berçavgirtin, Enqere dê planên xwe yên eskerî li dijî Şamê cih bîne.
Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê got: Ger dewleta Sûriyê heta dawiya Sibatê ji derdora postên çavdêriyê yên Tirkiyê paşde venekişe, Enqere dê dev ji opersyoneka eskerî ya din li bakurê Sûriyê bernede.
Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê her wiha bal kişand ser vê yekê ku postên çavdêriyê yên vî welatî li Idlibê de bimîne û îdia kir: Armanca derbasbûna hêzên Tirkiyê nav axa Sûriyê rawestana li ber komên terorîstî ye.
Li encama êrişa heftiya buhurî ya hêzên Sûriyê ser meqerên hêzên Tirkiyê li parzêgeha Idlibê, nav axa Sûriyê hejmarek ji hêzên Tirkiyê hatin kuştin û birîndar bûn û vê mijarê Enqere hêrs kiriye.
Lê erkantiya giştî ya artêşê û hêzên çekdar ên Sûriyê bi weşandina daxûyaniyekê raghand ku di dewama pêşdeçûnên hêzên sûrî li dijî meqerên komên terorîstî li parêzgeha Idlibê, zêde ji 600 kîlometreyên çarknc ji erdên vê navçê û parêzêgeha Helebê ji kontrola terorîstan derketiye.