Balafirên şer ên Tirkiyê Herêmên Medyayê bombebaran kirin
Balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê deverên Xakûrkê, Avaşîn, Heftenîn û Metînayê bombebaran kirin. Tê gotin ku di êrîşê de ti ziyan negihiştine hêzên PKKê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK’ê li ser êrîşên esmanî yên balafirên şer ên atêşa Tirkiyê li ser Herêmên Medyayê daxuyaniyek da.
PKK’ê ev agahî dan ku balafirên şer ên artêşa Tirkiyê êrîşî deverên Herêmên Medyayê kir. Di vê çarçoveyê de: 6’ê Sibatê balafirên şer di saetên danê nîvroyê de devera Mam Reşo ya Herêma Avaşîn, devera Goşîne ya girêdayî Herêma Xakûrkê û devera Kendal û Şeşdarê yên girêdayî Herêmên Heftenînê bombebaran kirin.
7’ê Sibatê saet 18.30’î jî balafirên şer ên Tirkiyê devera Serê Metîna ya Herêma Metînayê bombebaran kir.
PKK dibêje: Di van bomberdûmanan de ti windahiyeke ya hêzêne wan pêk nehatiye.”