Erdogan: Divê Sûriye berdeleke giran bide
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan têkildarî êrîşên li ser hêzên welatê wî li Idliba Sûriyê ragihand, divê Sûriye û aliyên ku êrîşî hêzên me dikin, berdeleke giran bidin. Erdogan herwiha got, ew dê pêngavên pêwîst ên Tirkiyê têkildarî vê mijarê sibê Çarşemiyê aşkere bike.
Erdogan îro Sêşemî 11ê Sibatê li Enqerê di merasima xelatkirina kesayetên gencîneyên zindî de derbarê rewşa Sûriyê, pêşhatên li Idlibê û êrîşên li ser hêzên Tirkiê de axivî û got: Ewên êrîşî hêzên me dikin, divê berdeleke giran bidin.
Erdogan herwiha diyar kir, ew dê sibe Çarşemiyê di civîna Fraksyona AKP'êartiya ya li parlamentoyê de pêngavên pêwîst ên Tirkiyê yên derbarê rewşa Idlibê û bersivdana himberî êrîşên li ser hêzên Tirkiyê yên li wê herêma Sûriyê aşkere bike.
Pêr Yekşemiyê artêşa Sûriyê, li sînorî Idlibê êrîşî binkeya leşkerî û xala çavdêriya Tirkiyê li Teftenaz kiribû, ku li gor Wezareta Berevaniya Tirkiyê, di wê êrîşê de 5 serbazên Tirkiyê hatin kuştin û 5 serbaz jî birîndar bûn.