Artêşa Tirkiyê dewamê dide şandina şer-alavan bo Idlibê
Sibat 10, 2020 11:35 Asia/Tehran
Hin karwanên artêşa Tirkiyê şeva bihurî mûşek, tank, muhimat û erebeyên zirxî birin sînorê Rêyhanliyê li parêzgeha Xetayê û ji wir şandine Idlibê.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Tevgerên leşkerî û şandina hêz û çekan ji aliyê artêşa Tirkiyê bo Idlibê ku piştî ultîmatoma Erdoxanê serokomarê Tirkiyê bo hêzên artêşa Sûriyê gurr bûye, berbanga îro jî hat şopandin û artêşa Tirkiyê bi dehan tank û kamyon derbasî Idlibê kirin.
Erkantiya Fermandetiya hêzên çekdar ên Tirkiyê armanca van karwanên leşkerî navendên zîrevaniya ser agirbesê li Idlibê daye zanîn û qala xurtkirina baregehên artêşa Tirkiyê li axa Idlibê kiriye.