Dewlet Baxçelî: Bila hikûmeta Tirkîye planekê jibo ketina nav Şamê amade bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313130-dewlet_baxçelî_bila_hikûmeta_tirkîye_planekê_jibo_ketina_nav_Şamê_amade_bike
Serokê Partîya Hereketa Netewî ya Tirkîyê (MHP) got: Bila hikûmeta Tirkîye planekê jibo ketina nav Şamê amade bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 12, 2020 11:56 Asia/Tehran
  • Dewlet Baxçelî: Bila hikûmeta Tirkîye planekê jibo ketina nav Şamê amade bike

Serokê Partîya Hereketa Netewî ya Tirkîyê (MHP) got: Bila hikûmeta Tirkîye planekê jibo ketina nav Şamê amade bike.

Dewlet Baxçelî ew daxwaza xwe ji hikûmetê, di civîna fraksyona MHPê ya heftane li parlamentoya Tirkiyê anî zimîn.

Baxçelî amajeyî bi êrîşa pêr a artêşa Sûriyê ser hêzên Tirkiyê li sînorê Idliba Sûriyê kir ûji ber serederîya Ûrsêtê di vî warî de jî rexne kir û got: Ûrsêta ku hewil dide bi awayekî hevdem him Sûrîyê û him jî Tirkîyê kontrol bike, ne xwedîyê nêta xêrê ye.Daxwaza me ew e ku hikûmet peywendîyên digel Ûrsêtê ber çavan re derbas bike. Ne ji muzakireyên Astanê, ne yên Soçîyê, ne ji yên Jênêvê û ne ji tu yek têkilî û gotûbêjên dîplomatîk heta nika encamek derneketîye. Çav li rê nîne jî ku encamek hasil bibe.”

Serokê MHP`ê herwiha bêyî amajeyî dagirkerîyên Tirkîyê li axa Sûrîyê bike, dîyar kir: Heke hîç bijareyeke din nemîne, divê hikûmet ji nika ve nexşeya ketina nav Şamê amade bike.

Piştî vê daxuyaniya Serokê MHPê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tyyip Erdogan jî di daxuyaniyekê de li Enqerê gefa tolhildaneke dijwar li Sûriyê xwar.