Lêkoleran keşif kirine ku Bakteriyên "Neçê" nikarin Selûlozê (Cellulose) li ser asta hucreyên xwe çê bikin û ev yek di dawî da dibe sebeba qewimîna nexweşiya giran.
Lêkoleran modeleke Hişê Çêkirî afirandine ku zayenda mirovan li gorî skena mejiyê wan bi diqeta zêdetir ji sedî 90î diyar dike û ciyawaziya jin û mêran nîşan dide.
Lêkolînên nû ev bawera kevn ku tevnikên pêwendî weke Pêgirêk anku Lîgamênt, Jê an jî Tandon, Hestî û Çerm bi rêya hevrabûna hucreyan di bedenê da pêk tên, xistiye bin pirsê.
Rêxistina Xwarek û Dermanan a Amerîkayê yekem dermanê çewriya Kezeba Reş nasyar bi Non-Alcoholic Steatohepatitis (NASH) piştrast kiriye û ev derman dê di Nîsana 2024an da were bazarê.
Çalakên şîrketeke îranî ya zanistbingeh bi çêkirina amûra bêhişkirinê hevrê digel Ventîlatorê hewcetiya pêşeya tenduristiyê bo amûreke herî girîng a jûriyên emeliyatê û pêvajoya bêhişkirinê dabîn kirin.
Mehlûla Hilgirtina Tevnika Pêwendî bo cara yekem li Îranê ji aliyê lêkolerên Lêkolîngeha Royanê ya Cîhada Zanîngehê hat berhemanîn.
Komeke lêkolerên warê hewanasiyê li Îtalyayê bi alîkariya Rêxistina Fezayî ya Ewropayê coteke dîjîtal ji bo modelkirin û şibihandina komputerî ya rûdanên av û hewa yên warê Medîteraneyê çêkirine ku di pêşerojê da dikare veguhere modelekê ji bo şibihandina deqîq a tevahiya seyroka Erdê.
Keçika îranî ya biferaset bû Kodnivîsa herî baş di asta cîhanê da.
Lêkolerên Zanîngeha Senetî ya Şerîf a Îranê bi çêkirina Amûra Aşkirakera Pêla Mîlîmitrî ya Tiştên Nihênî karî di pileya duyem a Beşa "Şiyana Pêvegirêdayîbûn û Mîkro-elektrîkê" ya Xelata Neteweyî ya Teknolojiyê ya NEXT'ê bi dest bixin.
Lêkolînên nû qelaşên teradîsî yên Oqyanûsê wek zimhêrên girîng û pêştir nasnekirî yên Dî-Oksîda Kerbonê daye nasandin.