Cotmeh 31, 2025 19:20 Asia/Tehran
  • Eraqçî: Amerîka belavkirê herî xeternak ê çekên navokî li cîhanê ye

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Amerîka belavkirê herî xeternak ê çekên navokî li cîhanê ye.

Ebas Eraqçî, Pêncşemiyê di twîtekî da wek berteka li hember fermana Donald Trump ya ji bo ji nû ve destpêkirina ceribandina çekên navokî herwiha got: Bi guhertina navê wezareta berevaniya xwe bo wezareta şêrr, zorbêjê ku bi çekên navokî re teyar e, careka din ceribandina çekên xwe yên atomî ji nûve destpê dike. Wî berdewam kir: Hema ev zorbêja, bernameya aştiyane ya navokî ya Îranê xeternak nîşan dide û gef dixwe ku wê êrişî binavahiyên me yên navokî yên di bin çavdêriyê de bike; Ragihandina ji nûve destpêkirina ceribandinên navokî, karekî neberpirsane ye û gefeke cidî ye ji bo aşîtî û ewlehiya navnetewî. Eraqçî herwiha got: Divî cîhan bi awayekî yekdeng ji ber asayîkirina belavkirina çekên bi talûke ên bi vî rengî, Amerîkayê berpirsyar bizanibe

Serepeyv