Cotmeh 31, 2025 19:10 Asia/Tehran
  • Şêwirîna wezîrê karên derve yê Misrê bi Eraqçî û Girûsî re li ser bernama navokî ya Îranê

Wezareta karên derve ya Misrê basa şêwirîna bi rêya telefonê ya Bedr Ebdilatî, wezîrê karên derve yê vî welatî bi wezîrê karên derve yê Îranê û Rafaêl Girûsî, serêvebirê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê re kir.

Roja Pêncşemiyê Bedr Ebdilatî, wezîrê karên derve yê Misrê bi rêya têlêfonê carekê bi Ebas Eraqçî, wezîrê karên derve yê Îranê re û carekê jî bi Rafaêl Girûsî, serêvebirê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê re axivî. Ev axiftin di çarçoveya şopandina alûgorên dosiyeya navokî ya Îranê de û hewldana ji bo piştgîriya ji ewlehî û istiqrara li navçê bi peydakirina rêçareyên aştiyane ji bo mijara navokî ya Îranê pêk hatin. Ebdilatî li ser girîngiya dewama gotûbêja di navbera her du aliyan û ji nû ve destpêkirin û xurtkirina hevkariya di navbera Îran û Ajansê de anegorî hevhatinameya ku di 9`ê Îlonê li Qahirê de hate wajokirin û herwiha hewldana ji bo zêdekirina peyweniyên di navbera aliyên têkildar di dewra bê de tekez kir.

Serepeyv