Xwenîşandana berfireh dijî dewama jînosayda li Xezzê
Çîn û qatên curbicur ên xelkê li Îngilîsê wek nerizamendiya li hember binpêkirina agirbesê û dewama jînosayda Rejîma Siyonîst li Xezzê, bi awayekî awarte li ber nivîsgeha serokwezîrtiya Îngilîsê xwenîşandan li dar xistin.
Ji dema ragihandina agirbesa li Xezzê ve, Rejîma Siyonîst 125 caran ev hevhatina binpê kiriye; Tevî viya Amerîka hîna jî van karan berçav nagire û piştgîriya ji vê rejîmê didomîne. Wek berteka li hember vê nihêrînê, çîn û qatên curbicur ên xelkê li Îngilîsê bi lidarxistina xwenîşandanê, ji bilî şermezarkirina binpêkirina agirbesê û dewama jînosayda li Xezzê, daxwaza bidawîanîna piştgîriya ji Rejîma Siyonîst û sekinandina demlidest a şandina alavên cengê bo wê kirin. Beşdarên di vê xwenîşandanê de bi nîşandana nefreta xwe ji cinayetên cengê yên Rejîma Siyonîst û pîlanên siyonîsmê, ji hikûmeta Îngilîsê xwestin şandina alavên cengê ji bo Rejîma Siyonîst bide sekinandin û piştgîriyê bide agirbesa li Xezzê.
 
						 
						