May 15, 2024 20:01 Asia/Tehran
  • Birojkirinên mezin li matora lêgerînê ya Google'ê

Google guherînên bingehîn di şêwaza xebata matora xwe ya lêgerînê da pêk tîne û dixwaze beşeke mezin a vî karî bispêre Hişê Çêkirî.

Li gorî rapora ISNA'yê, Konferansa Geşepêderên Google'ê şeva derbasbûyî li Amerîkayê hat lidarxistin û nûçeyên balkêş ji bo xelkê cîhanê jê derketin. Ev kompanî dixwaze ji niha û pê va xebata ku zêdetir ji her tiştî bi wê tê naskirin, bispêre Hişê Çêkirî.

Wisa ku Google dibêje, Ev Hişê Çêkirî ye ku Google-kirinê ji bo mirov pêk tîne.

Helbet pirraniya birojkirinên ku li Konferansa Geşepêderên Google'ê hatin ragihandin, weke şiyana pirsîna pirsên bi rastî dijwar û bikaranîna lêgerîna Google'ê ji bo plandarêştina wadeyên xwarinê û betlaniyan dê ji bo her kesî li ber dest nebe, meger ku mirov beşdarî Search Labs'ê - platforma Google'ê ku derfetê dide mirov taybet taybetmendiyan biceribîne - bibe.

Lê taybetmendiyeke nû û mezin ku Google wê wek 'AI Overviews' bi nav dike û salek e ew cerribandiye, radestî bi miliyonan kesî li Amerîkayê tê kirin.

Niha Lêgerîna Google'ê bi awayekî jixweber, bersivên berhemhatî bi rêya Hişê Çêkirî li jora encaman raber dike; ev kompanî dibêje ku ew ê vê taybetmendiyê heta dawiya salê radestî zêdetirî yek miliyar bikarêneran li seranserî cîhanê bike.

Serepeyv