Cotmeh 31, 2025 18:10 Asia/Tehran
  • Zaxarova: Ne Ewrûpa û ne jî Kiyêfê rêçareyeke adilane ji bo qeyrana Ûkraynê tinene

Berdevka wezareta karên derve ya Rûsiyê got: Ne Ewrûpa û ne jî Kiyêfê rêçareyeke adilane û aştiyane ji bo qeyrana Ûkraynê tinene.

Mariya Zaxarova amajeyî viya kir ku welatên ewrûpî û Kiyêf hîna li fikra rewşa şêrr dikin û destnîşanm kir: Eger wan bi rastî aştî xwestibana, yekemîn xalên pilana wan wê daxwazên ji bo vejiyandina zimanê ûris li Ûkraynê, piştgîriya ji kilîseya Ortodoks a nerît, parastina bêalîtî û qeydnenasî, rêzgirtina li mafên mirov û kêmîneyan, bi fermînaskirina rastiyên welatekî anegorî mafê kivşkirina çarenivîsê û bi dawîanîna boykotan û destdanîna li ser heyîtiyên welatên din bû. Zaxarovayê bal kişande ser vê yekê ku evane hemû di rastiyê de dawî li pevçûnên li Ûkraynê tînin û xetera dubarebûna wan ji nav dibin lê welatên ewrûpî û Ûkrayn qet girîngiyê nadin tişteka bi vî rengî.

Serepeyv